Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin 2022-12-10 12:40:47   COLEMÊRG - Cenazeyê girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê li nexweşxaneya ku rakirinê bi awayekî kelemçekirî dihate dermankirin û 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da, li navçeya Geverê bi awayekî girseyî hate veşartin.      Tahîr Gurdal ê 10 sal bûn li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Gurdal ê piştî kete girtîgehê bi nexweşiya penceşêra pişikê ket li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî û di nav nivînan de dihate dermankirin. Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayê wî  jiyana xwe ji dest da.      BI AWAYEKÎ GIRSEYÎ HATE VEŞARTIN   Cenazeyê Gurdal ê jiyana xwe ji dest da piştî duh bi şev wecibeyên olî hatin pêkanîn ber bi navçeya Gevera Colemêrgê ve bi rê ket. Cenazeyê Gurdal di saetên serê sibê de li herêma “Pira Kerem Axa” ya navçeya Geverê hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Gurdal ê bi konvoya ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, ji bo were veşartin ber bi goristana Taxa Orman ve dîsa bi rê ket.    BI GIRSEYÎ HAT DEFINKIRIN   Cenazeyê Gûrdal ê ewilî birin mala malbatê, pişt re bi beşdariya bi sedan kesî ve bi awayekî girseyî li goristana Taxa Orman bi duayên hatine kirin hate definkirin. Şîna Gurdal dê li Mizgefta Hz. Hamza ya li Taxa Gungorenê bê danîn.