Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin 2022-12-10 13:30:26   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 642'yemîn de Nobeda Edaletê didomîne û got: “Em ê serbikevin, daxwaza me edalet e.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihay3e di 9’ê Adara 2021’an de dabû destpêkirin, di roja 642’yemîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyeyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Yê ku edaletê daxwaz dike ne peykerê Themis ê li ber derî ye, ewa edaletê daxwaz dike dayikek e. Doza dikanê xera bû, hemû rêxistinên hiqûqê xwedî li doza me derketin. Em ê serbikevin, daxwaza me edalet e.”