Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin 2022-12-10 14:50:46   ÎZMÎR - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye di fûara tûrîzmê de Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye ku tev li 16’emîn Kongre û Fûara Bazirganî, Tûrîzm a Navnetewî ku li qada Fûara Enternasyonal a Îzmîrê pêk hat bû şûna dîtbariyên têkildarî danasîna bajêr, tabloyên ku tûxreya Osmanî li ser dan pêşandan. Bal kêş bû ku di standên ku qeyûmê Amedê vekirin de tu sembolên têkildarî çand û dîroka Amedê cih negirtin.