ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin 2022-12-10 14:55:34   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş Bulent Zengî hatiye kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 264’emîn de li ber Sumerbanka kevn a li Konakê daxuyanî da û kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Nebin şirîkê sûc, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin.   Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn destnîşan kir ku mirin û qetilkirina li girtîgehan berdewam dike û bal kişand ser mirina Ahmet Silik û Emre Abalik ên çend roj berê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.    Încîn anî ziman ku mafê tenduristî û tedawiyê mafê herî serek û mirovî ye û tevî mafê ku hatiye mîsogerkirin jî lê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bi mirinê re rûbirû ne.    ÎŞKENCE LI GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIYE KIRIN    Încîn bal kişand ser binpêkirinên ku girtiyên nexweş pê ve rûbirû dimînin û da zanîn ku girtiyê nexweş Bulent Zengî yê ku li Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê tê ragirtin ji bo ji çoka xwe emeliyat bibe di 18’ê mijdarê de wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurdê. Încîn diyar kir ku her çiqas ji Zengî re hatiye gotin ku wê emeliyat bikin jî lê wî dibin girtîgehê û gardiyan êrişî wî dikin û nehiştine ku bi malbata xwe re hevdîtina bitelefonê bike. Încîn anî ziman ku gardiyanan îşkenceyê li Bulent Zengî kirine û ewlehiya jiyana wî nemaye û divê tavilê bê parastin û berdan. Încîn her wiha got divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.