‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’ 2022-12-10 16:57:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya Roja Mafên Mirovan li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn û parêzvanên mafê mirovan diyar kirin ku di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.    Her sal 10’ê Kanûnê wek Roja Mafê Mirovan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek Danezana Mafên Mirovan hatiye qebûlkirin tê zanîn. Îro ji ber ku Roja Mafên Mirovan bû li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Daxuyanî li bajaran bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji aliyê sazî û dezgehên mafên mirovan û hiqûqê ve hatin lidarxistin.    Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê li Alsancaka Îzmîrê, li Kolan Hunerê ya Wanê, li Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê, li Parka Jiyana Bitenduristî ya Îskenderûnê, li navçeya Cizîra Şirnexê, li Gevera Colemêrgê, li ber Parka Ataturkê ya Êlihê, li Meydana Topçû ya Rihayê, li Parka Demokrasî ya Semsûrê, li Parka Yeşîlsû ya Dîlokê, li Meydana Sultanahmet a Stenbolê, li Mêrsînê daxuyanî dan û bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan.    SEDEMA BINPÊKIRINAN NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E    Parêzvanên mafên mirovan di daxuyaniyan de destnîşan kirin ku her ku diçe li Tirkiyeyê ji girtîgehan bigire heta derve li her qadê binpêkirinên mafan zêde bûne. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku di bingeha binpêkirinên mafên mirovan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.    Parêzvanên mafên mirovan ku bal kişandin ser binpêkirinan û neheqiya li mirovan tê kirin, piştî daxuyaniyan belavokên ku xalên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovn tê de nivîsandibûn belav kirin.