Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir 2022-12-10 21:15:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê de yên li ser Kantona Şehbayê, leşkerekî rejîma Şamê jî mir.   Tirkiyeyê îro danê nîvroyê gundê Semoqa yê Kantona Şehbayê bombebaran kiribû. Hat ragihandin ku di vê êrişê de leşkerekî rejîma Şamê jî miriye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji serê salê heya niha di êrişên Tirkiyeyê de 52 eskerên rejîma Şamê mirine.