ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-11 09:00:03   * Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdiyê diyar kir ku destdirêjiya li hin cemaet û terîqetan ji ber polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê rû didin û wiha got: "Dewlet divê dest ji piştgiriya ji bo van derdoran û rewakirina bûyerên li van deran diqewimin berde."    * Sekreterê Giştî yê Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik, diyar kir ku budçeya 2023'yan ne ji bo kesên teqawidbûyî, ji bo şer hatiye veqetandin û got ku tu hewldaneke desthilatê ya ji bi çareserkirina pirsgirêkan tune ye.    * Avahiya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê bêyî haya xwendekaran hatibû guherandin. Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ku li dijî vê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn gotin ku dê çalakiya xwe bi awayine cuda bidomînin.   * Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 643’yan de berdewam dike.    * Meclisa Ciwanan a HDP’a Rihayê dê 3’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî li eywana Baroya Rihayê li dar bixe. (10.00)   * KCD, DBP û HDP dê li navçe û gundên Wanê bi gel re bicive. (11.00)   * Dê li Lijneya Giştî ya Meclisê dê budçeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî bên nîqaşkirin. (11.00) ZINDΠ   * Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê dê bi dirûşma “Di Îslamê de ked, aştî û edalet” li Meletiyê bi gel re bicive. (12.00)   * Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi pêşengtiya DBP, HDP, TJA û MED - TUHAD FED’ê li Amedê meş were lidarxistin. (13.00)   * Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, akademîsyen Prof. Dr. Fatma Gok û parêzerê Umît Dede li Baroya Wanê Panela Mafên Mirovan bê lidarxistin. (13.00)   * Rêxistina HDP’a Îzmîrê dê li navçeyên Konak, Torbali û Bornovayê bi gel re bicive. (14.00-16.00)   * Şanoya Bajar a Amedê dê bi boneya sala 27’an li Rihayê lîstika “Deq û Dolabên Scapen" pêşkeş bike. (19.00)