‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’ 2022-12-11 10:03:03   NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer Mihemed Kerîm da zanîn ku ji ber êrişên dewleta tirk li herêma Soranê heta niha bi dehan welatî bûne qurbanî û wiha got: “Ji ber êrişên dewleta tirk û Îranê bi sedan malbat neçar man ku koçber bibin.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gel herêmên navborî, dewleta tirk di heman demê de êrişî gelek deverên din ên başûrê Kurdistanê dike. Di heman demê de êrişên dewleta tirk dike ku bi sedan malbat ji herêmê koçber bikin.    Ofîsa Mafên Mirovan bi raporekê eşkere kir ku di nava 10 mehên borî de li Îdareya Soran a Serbixwe 930 sûc û binpêkirin hatine kirin. Berpirsê Ofîsa Mafê Mirovan a Soran Cewad Siwar û parêzer Mihemed Kerîm têkildarî êriş û binpêkirinan bi Rojnewsê re axivîn û gotin ku êrişên dewleta tirk rê li ber koçberbûna welatiyan vedike.    Cewad Siwar diyar kir ku ji serê salê heya meha cotmehê, 930 binpêkirin û sûc çêbûne û wiha got: “Ji van 325 sûcên eşkere bûn û sûcdar çûne pêşberî dadgehê. Ev du mehên dawî de jî rêjeya sûcan zêde dibe. Divê qanûn serwer bin û em bikarin sûcdaran bi qanûnan ceza bikin.”   ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û ÎRANÊ   Parêzer Mihemed Kerîm jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê û ev tişt anî ziman: “Li gorî qanûnên navneteweyî tu welat nikare serweriya xak û welateke din binpê bike. Lê dewleta tirk û Îranê li dijî xelkê Herêma Kurdistanê binpêkirinan dikin û bi eşkereyî sûcên şer dikin. Li Soranê maf gelek tên binpêkirin. Ji ber ku Tirkiye û Îran guh nadin bingehên qanûnî, bi rêya bombebaranan bi dehan welatî bûne qurbanî û sedan malbat jî li ser malên xwe penaberî derve bûne. Xelkê herêmê ji ber êrişên van her du dewletan ji heqê xwe bêpar mane.”