Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê 2022-12-11 10:09:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ji Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan çûye Bexdayê.    Ofîsa Medya û Agahdarkirinê ya Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh şandeyeke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li ser bingeha destûrê de çûye Bexdayê.    Di daxuyaniyê de behsa armanca sereke ya serdana şandeyê hate kirin û ev agahî hatin dayîn: “Armanca serdana şandeyê guftûgokirina dosyaya xala 140’an, neft, gaz û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ya di qanûna budçeyê de ye. Her bwiha wê behsa mafên darayî yên pêşmergeyan jî were kirin.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema borî de jî şandeya Hikûmeta Herêmê ji bo çareserkirina heman pirsgirêkan çûbû serdana Bexdayê lê pirsgirêk nehatibûn çareserkirin.