NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da 2022-12-11 11:04:19   NAVENDA NÛÇEYAN - NPG’ê  piştî gotina Hulusî Akar ku digot; “şandeyek çûye û lêkolîn kiriye”, daxuyanî da û wiha got: “Bi wesayîtan jî dikarin xwe bigihînin qada ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn. Banga me ji şandeyên serbixwe ew e ku li herêmê lêkolînan bikin.”    Bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federa ya Kurdistanê, di rojeva Lijneya Giştî ya Meclisê de ye. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hevdîtinên budçeya Wezareta Parastinê de derheqê bikaranîna çekên kîmyewî de pirs kirin.    AKAR: EM TU KESÊN JI DERVE QEBÛL NAKIN    Wezîrê Parastinê Hulusî Akar jî careke din got “di envantera me de nînin” û wiha got: “Li gorî Peymana Pêşîlêgirtina Çekên Kîmyewî, gazên ku rê li ber barandina rondikan vedikin dikare ji bo parastina ewlehiya mirovan di operasyonên taybet ên hêzên ewlekariyê de bên bikaranîn. Berevajîkirina daxuyaniya têkildarî operasyona Garê de, bi gotineke herî sivik propagandaya rêxistinê ye. Em xwedî wê kapasîteyê ne ku xwe bi xwe kontrol bikin û xwe binirxînin. Em qebûl nakin ku ji bilî me tu kesê din li herêmê lêkolînan bike.”    ÎDIAYA ‘ŞANDE ÇÛYE’    Bi domdarî Akar îdia kir ku di 24’ê mijdarê de şandeyeke wan li herêmê lêkolîn kiriye û îdiaya xwe wiha domand: “Me şandeyek amade kir û şande çû. Lêkolîn kir û tiştên ku kom kirin dan labaratuara Wezareta Tenduristiyê. Di raporê de derket holê ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.”    NPG’Ê DAXUYANÎ DA    Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî têkildarî îdiayên Akar daxuyanî da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); NPG’ê diyar kir ku di 9’ê kanûnê roja ku Akar axaftin dikir de li nêzî gundê Sîda yê Bajarokê Şêladizê yê Amediyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn.    BANG LI ŞANDEYÊN SERBIXWE KIR    Bi domdarî NPG’ê ev bang kir: “Dibêje ku şandeyeke di bin kontrola xwe de şandine û bi vê yekê li xwe mikûr tê ku sûcê şer dikin. Dikarin bi wesayîtan biçin herêma ku di navbera 7-8-9’ê kanûnê de 150 caran çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn. Bi wesayîtan jî dikarin xwe bigihînin vê herêmê û qadeke ji lêkolînê re vekirî ye. Banga me ji bo şandeyên serbixwe ew e ku bên li vê herêmê lêkolînan bikin û heqîqetan di cih de bibînin.”