Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin 2022-12-11 11:39:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Bulent Yuceturk têkildarî doza “zewaca zarokan” a cemaetê de wiha got: “Biryar, nîşaneya cotsandartiya darazê ye. Heke bersûc li derve bin, dibe ku delîl bên tunekirin.”    Damezirînerê Weqfa Hûranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga, Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya bi navê H.K.G. ya 6 salî bi murîdê xwe yê bi navê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re “zewicandibû.” Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya têkildarî bûyerê ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadolu ya Stenbolê ve hat qebûlkirin. Dadgehê, tevdîra girtina faîlan nexist meriyetê û danişîna ewil a dozê da 22’yê gulana 2023’yan. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Bulent Yuceturk têkildarî dozê bi rojnameya Cumhuriyetê re axivî.    Yuceturk got ku dema ji bo danişîna hatiye destnîşankirin “asayî” nîne û wiha got: “Ev biryar, cotstandartiya darazê nîşan dide. Doza hatiye vekirin, cezayeke giran û doza îstîsmarkirina zarokekê ye. Nabe ku danişînên dosyayên wiha hesas ewqas bi demê re bê vehêlandin. Heke bersûc û şahid li derve bin, îxtîmal heye ku delîl bên tunekirin. Dadgehê di biryara xwe de ev yek paşguh kiriye. Îxtîmala tunekirina delîlan heye, ji sûcên katalogê ye. Di dozên wiha de cezayên giran tên dayîn. Dema em li van tevan dinihêrin, diviyabû tevdîrek bihata girtin.”