Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne 2022-12-11 13:12:16   RIHA - Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dozeke ku serokkomar diparêze heye. Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana Malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adadra 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 643’yan de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dozeke ku serokkomar û parlamenter diparêzin heye. Beriya dozê, parlamenterê ku li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê kirî weke qehreman hate nîşandan. Lewma hemû kes baş pê dizane ku di vê dozê de biryareke adilane nayê dayîn. Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne. Her çiqas dereng jî bikeve dê ya bi heq pêk were.”