Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand 2022-12-11 18:30:57   AMED - Amedspor li deplasmana Duzcesporê 2 û 2 ma û pûanek stand.   Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedsporê di heftaya 18’mîn de li deplasmana  Duzcesporê lîst. Di beşa ewil de Duzcespor li hemberê Amedsprê 2-0 ketîbe pêş jî Amedsporê di beşa duyemîn de 2 gol avêt û skor kir 2 û 2.    Maç li Stadyûma 18 Tirmehê ya Duzcesporê re  hat lîstin. Di beşa ewil de di deqîqeya 20 û 45'an de Altarhan Hîdayetoglû golên Duzcesporê avêtin û Duzcespor 2-0 kete pêşiya amedê. Di beşa duyemîn de jî Amedsporê dest ji maçê berneda û di deqîqeya 51’an de Mehmet Ozturk gol avêt û skor kir 2-1. Piştî 17 deqîqeyên din vê carê jî lîstikvanê Amedsporê Taner Gumuş gol avêt û skor kir 2 û 2. Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û maç 2 û 2 qediye.    Amedspora ji vê maçê pûanek stand, pûana xwe kir 31 û bi vê pûanê di rêza 3'yan a lîgê de cih girt. Duzcesporê jî pûana xwe kir 28 û di rêza 7'an a lîgê de cih girt.