HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan 2022-12-11 19:31:41   ÎZMÎR - Di pêşentgiya HDP’ê û DBP'ê de civînên gel ên li herêma Egeyê ku mijarên tecrîd, şer û hilbijartinê hatin nîqaşkirin, li Îzmîr, Aydin û Manîsayê dewam kirin.   Di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk li navçeyên Konak, Bornova û Torbali yên Îzmîrê, li navçeya Kûşadasi ya Aydinê, li navçeyên Soke û Sarûhanli yên Manîsayê civînên gel hatin lidarxistin. Endamê Meclîsa HDP'ê Mûrat Aydin, Nûnerê Herêma Egeyê yê DBP'ê Aslan Kizil, aktîvîsta TJA'yê Gulsever Tûrgal û Rêveberê HDP'ê yê Îzmîrê Mahsûn Koç û her wiha gelek welatî tev li civîna li Nûnertiya Taxa Çîmentepe ya navçeya Konaka Îzmîrê bûn.   Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Egeyê Aslan Kizil ê di civînê de axivî, diyar kir ku tevî ku hemû cîhan dizane li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyewî tên bikaranîn jî çavên xwe lê girtî ye. Kizil, diyar kir ku niha jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hene û got: “Kurt li ku derê statuyekê qezenc bike Tirkiye dixwaze ji holê rake. Lê niha desthilat bêhna xwe ya dawî distîne. Em ê di hilbijartinê de bêhna wê ya dawî jî bistînin. Erdogan wê biçe. Em soz didin ku em ê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Em bi hêza xwe û gelê xwe bawer in.”   ‘BUDÇEYA TECRÎDÊ’    Pişt re endamê Meclîsa HDP’ê Mûrat Aydin axivî û bal kişand ser muzakereyên butçeyê yên li Meclisê tên meşandin. Aydin, destnîşan kir ku budçeya tê nîqaşkirin budçeya tecrîdê ye û got: “Tecrîda li ser vîna gelê kurd birêz Ocalan tê sepandin li dijî hemû gel û beşên mûxalîf tê sepandin. Ev yek di nîqaşên budçeyan de bi awayekî aşkere tê nîşandan. Dîsa desthilat bi hinceta ewlehiya sînor bêhiqûqî êrişî axa welatekî din dike.”   SIYASETA ŞER    Aydin, bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin li dijî mafên mirovan û Makeqanûnê ye û wiha got: “Avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê jig elan, karkeran, kedkaran, ciwanan û jinan re bû hêvî. Faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku ji Tifaqa Ked û Azadiyê ditirse, dixwaze bi rêya şer desthilata xwe bidomîne. Her kes baş dizane ku faşîzma AKP’ê û MHP’ê li sergoyê dîrokê cihê xwe bigire. Sedsala pêşiya me wê bibe sala ked û azdayê ya gelan.”   CIVÎNÊN BORNOVA Û TORBALIYÊ   Li Bornovayê di civîna li Rêxistina HDP’a Navçeyê hate kirin de Endamê Meclisa HDP’ê Hacay Yilmaz, endamê Meclisa DBP’ê Hasan Hayrî Dîkîlîtaş û aktîvîsta TJA’yê Şukran Adiyaman, di civîna li Rêxistina HDP’a Torbaliyê hate kirin de jî endamê Meclisa HDP’ê Mehmet Sabrî Gul û Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk amade bûn.    LI AYDIN Û MANÎSAYÊ JÎ BI GEL RE CIVIYAN   Di civînên gel ên li avahiyên HDP’ê yên navçeyên Kûşadasi û Soke yên Aydinê hatin lidarxistin de jî Endamê Meclisa HDP’ê Aydin Çetinkaya, Hevberdevka DBP’ê ya Herêma Egeyê Neslîhan Arvîş, endama Meclisa DBP’ê Fatma Îzol û hevserokên navçeyan û her wiha gelek welatî amade bûn.   Civîna gel a li avahiya HDP’ê ya navçeya Sarûhanli ya Manîsayê pêk hat, endamê Meclisa HDP’ê Farûk Saglam, endamên Meclisa DBP'ê û gelek welatî amade bûn.