CPT bixwaze dikare bike 2022-12-12 09:03:28 NAVENDA NÛÇEYAN - CPT ku diyar dike bêyî destura welatên endam, nikare raporan aşkere bike, heke li gorî biryarên pêşniyaran neyê tevgerandin, xwedî rayeya daxuyaniyê dayînê ye. CPT ku têkildarî Yewnanîstan, Rûsya û Bûlgarîstanê gelek daxuyaniyên wê hene, tevî tecrîda girankirî jî ji daxuyaniyên li ser Tirkiyeyê direve.     Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku wê di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye. Serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT'yê û Serokê 2'yan ê CPT'yê Therese Roytter, di 4'ê cotmehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû, “Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim.” Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dike di 29’ê mijdarê de ev daxuyanî da: “Agahî hatin ber destê me ku di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.”   Piştî daxuyaniyê fikarên têkildarî rewşa Abdûllah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin û ji 25’ê adara 2021’an ve agahî ji wan nayên girtin zêde bûn. Rêxistinên sivîl ên civakî û hiqûqî û siyaseta kurd hem bang li hikumetê hem jî li CPT’yê kirin ku ji bo pêşî li fikaran bê girtin daxuyaniyan bidin.    CPT, neweşandina raporên li ser binpêkirinên li girtîgehan bi prensîba 'Heta ku hikumeta welatê têkildar nexwaze were weşandin nikarin bên weşandin' esas digire. Hiqûqnas dibêjin heke dewlet li gorî pêşniyarên li ser binpêkirinan tevnegerin, CPT dikare têkildarî van binpêkirinan daxuyaniyê bide. Hin daxuyaniyên ku CPT’yê di salên borî de dayî parêzeran piştrast dike.   PIRSÊN TÊKILDARÎ CPT’YÊ     CPT organeke serbixwe ya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê ye ku 46 dewlet endamên wê ne. CPT ku rol û mîsyona xwe weke “Ji bo kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bibînin serdana cihên binçavkirinê yên li welatên endamên Konseya Ewropayê ne dike. Ji bo cihên binçavkirinê qereqolên polîsan, girtîgeh, navendên binçavkirinê yên zarokan, navendên binçavkirinê yên koçberan, nexweşxaneyên psîkiyatriyê û malên lênêrînê dikarin weke mînak bên dayîn” penase dike, her 4 salan careke serdaneke periyodîk li welatên endam dike. Her wiha “heke pêwistiyê bi şopandina rewşeke cidî bibîne” dikare bêyî welatan agahdar bike, serdanan bike.    CPT bêsînor xwe digihîne hemû cihên ku serdana wan dike û bêyî ku tu sînoran deyne dikare tev bigere. Bi kesên ku ji azadiya xwe bêpar in re dikare danûstandinên taybet bike û bi her kesê ku karibe agahiyan bide re bi awayekî azad têkiliyê deyne. Delegasyona CPT’yê, ji bo di dawiya serdana xwe de çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkêş bike, bi wezîr an jî rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar re hevdîtinê dike. CPT ku mafê wê nîne giliyên takekesî bixe meriyetê û mudaxele li kirariyên qanûnî bike, bi erêkirina kes an jî kesên mijara gotinê dikare dozên takekesî pêşkêşî rayedaran bike û der barê îdîayên muameleya xerab de daxwaza lêpirsînê bike.    HEKE BIXWAZE DIKARE DAXUYANIYÊ BIDE    CPT piştî her serdanê bi daxwazên pêşniyar, şirove û agahiyan raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne. CPT piştî raporê ji rayedarên pêwendîdar di navbera 3-6 mehan de agahiyên berfireh ên li ser tedbîrên ji bo bicihanîna pêşniyaran hatine kirin, dixwaze. Piştî hevdîtinên “veşartî” tên girtin raporên ku CPT amade dike, heta ku rayedarên dewleta têkildar weşandina wê nexwazin, nayên aşkere kirin. Lê heke li gorî biryarên hatine pêşniyarkirin neyê tevgerandin, ew xwedî wê rayeyê ye ku li şûna raporên ku ji alîyê piranîya sê-duyan ya endamên wê ve hatine amade kirin, vê pirsgirêkê rave bike.    Hin welat bi bersivên xwe re destûrê didin weşana otomatîk a rapora CPT’yê, lê Tirkiye ne di nav van welatan de ye.    CPT bi serdanên xwe yên li Îmraliyê re li Tirkiyeyê her tim di rojevê de ye. CPT ji sala 1999’an û vir ve ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî girtî ye, bi giştî 25 caran serdana Tirkiyeyê kir. Ji van 6 jê periyodîk, yek jê hevdîtina di asta bilind de û 18 jî serdanên bêyî ku agahdar bike bûn.     Ji van serdanan di 9’an de (1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019, 2022) serdana Girtîgeha Îmraliyê hate kirin. Di 3 serdanên din de jî şert û mercên li Îmraliyê hatin rojevê. Raporên li ser 6 ji van serdanan hatin amadekirin, hatin eşkerekirin. Di her raporê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê hate kirin û binpêkirinên mafan a cuda hatin destnîşankirin. Her wiha, pêşnîyarên cuda jî ji bo bi dawîanîna şertên mûameleya nebaş hatin kirin. Lê belê tevî ku tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibin jî ji derveyî “pêşniyaran” tu gav nehatin avêtin.    PIŞTÎ 1996’AN TÊKILDARÎ TIRKIYEYÊ DAXUYANÎ NEDAN   CPT’yê bêyî ku welatan agahdar bike di salên 2001-2003-2019’an de têkildarî Rûsyayê, di sala 2011’an de têkildarî Yûnanîstanê, di sala 2015’an de têkildarî Bûlgarîstanê, di sala 2017’an de têkildarî Belçîkayê û di sala 2021’an de têkildarî Bûlgarîstanê daxuyanî dan.    Di daxuyaniya CPT’yê ya li ser Bûlgarîstanê ya di 4’ê mijdara 2021’an de hat destnîşankirin ku pêşniyarên demdirêj ên li ser rewşa mirovên li saziyên lênêrîna civakî û saziyên psîkiyatrî hatine bicihkirin, nehatine şopandin. Di daxuyaniyê de rewşa li hin malên lênêrînê weke "tirsnak" hat rexnekirin.     HELWESTA DUALÎ   CDT’yê ji bilî raporê daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Tirkiyeyê di sala 1996’an de 3 sal beriya anîna Ocalan a li Îmraliyê dabû. Ji wê salê ve, tevî ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi taybetî yên li Îmraliyê zêde bûne û pêşniyarên hatine kirin nehatine şopandin jî, tu daxuyanî nehatine dayin.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê di vê pêvajoyê de gelek caran hem serlêdanên nivîskî û hem jî yên devkî li CPT'yê kirin. Di her serlêdanê de bal hat kişandin ku li gorî pêşniyarên CPT’yê nayên tevgerandin.  Her wiha nûnerên partiyên siyasî jî gelek caran li ser mijarê daxuyanî dan û bang li CPT’yê kirin.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê bang li CPT’yê kir û diyar kir ku ji 25’ê adara 2021’an û vir ve ji Îmraliyê tu agahî nayên girtin. CPT piştî bangewaziyan di navbera 20-29’ê îlonê de çû serdana Îmraliyê. Lê belê derket holê ku bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin nekiriye.    CPT ku têkildarî Yewnanîstan, Rûsya û Bûlgarîstanê gelek caran daxuyanî dan, tevî tecrîda girankirî û rewşa 20 mehan zêdetir e agahî nayên girtin jî ji daxuyaniyên li ser Tirkiyeyê direve.     MA / Azad Altay