Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin 2022-12-12 11:35:34   ENQERE - Dayika girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 76 astengdar rojnamevan Devrîm Ayik, Hulya Ayik diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya kurê wî her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û bi lêv kir ku ji ber kurê wê pêkanîna “lêgerîna nava dev” qebûl nake sewqên wî yên nexweşxaneyê tên betalkirin.    Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku tevî nexweşiyên giran nayên berdan an li girtîgehê an jî dema tên berdan piştî demekî kurt jiyana xwe ji dest didin.    3 CARAN HATE BERDAN   Yek ji girtiyên nexweşên giran ku divê demildest bê berdan jî rojnamevan Devrîm Ayik ê 31 salî ye. Ayik, ê li Amede hate dinê dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir bi 13 hevalên xwe re hate binçavkirin û girtin. Ayik ê bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin piştî hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Ayik, beriya niha ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di sala 2018’an de hat berdan. Ayik ê ji ber binpêkirina şertê kontrola edlî dîsa hate girtin ji ber nexweşiya enfeksiyona rûviyên bijehr di sala 2019’an de careke din hate berdan. Lê belê piştî çend mehan, Ayik ê ku ji ber bi xwendekaran re govend gerandiye bi hinceta “endametiya rêxistinê” ji nû ve hat girtin, pişt re ji ber şewba vîrûsa koronayê careke din hat berdan. Ayik ê di 12’ê çileya 2021’an de dîsa hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Di danişîna biryarê ya meha hezîranê de hate lidarxistin 12 sal cezayê hefsê li Ayik hate birîn.    NAYÊ DERMANKIRIN   Ayik, ê ji sedî 76 astengdar e, bi nexweşiya CROHN  ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e re têdikoşe. Ayik ê beriya niha du caran ji rûviyên xwe emeliyat bûye, ji rûviyên wî 40 û 60 cm perçe hatiye girtin. Ayik di sala 2006'an de qezeyek derbas dike û çavê wî yê rastê xesar dibîne û kor dibe. Çavê wî yê çepê jî 30 pileyan miyop e. Dayika Ayik, Hulya Ayik anî ziman ku yek ji emeliyata Ayik beriya bikeve girtîgehê û ya din jî dema girtî bû hatiye kirin û wiha got: “Enfeksiyon û ulsera di rûviyên wî de her ku diçe zêde dibe lê tedawiyek nayê kirin.”   Ayik, diyar kir ku dema kurê wê li Girtîgeha Antalyayê dihate ragirtin rewşa wî giran bû û da zanîn ku pêdiviyên kurê wê ji aliyê hevalên wî ve tên pêşwazîkirin, xwarinê li ser cihê wî didinê û di nav nivînan de hejmarê dide. Ayik, anî ziman ku tevî rewşa kurê wê ya giran Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye kurê wê û sedemê dayîna vê rapora ATK’ê girêdayî sedemên siyasî dike. Ayik, bi lêv kir ku ji bilî nexweşiya rûviya ya kurê wê pirsgirêka dîtinê jî heye û got: “Ji ber nêzîkatiyên weke lêgerîna nava dev yên li dijî rûmeta mirovahiyê sewqên nexweşxaneyê tên betalkirin.”   ‘TAVÎZ NEHATE DAYÎN’   Ayik, diyar kir ku ne biyaniyên nêrîna dewletê ya li dijî girtiyên siyasî û kurdan e û got: “Polîtîkaya tepisandin, qutifandin û ‘terbiye kirinê’ li dijî civaka kurd tê meşandin. Ji ber ku tu girtî ne kesek in malbat, xizm û hwd. nin. Dixwazin girtiyên siyasî li ber wan serî tewînin. Lê girtiyên siyasî tu car nebûn kesên ku ew dixwazin, nabin jî. Tu caran ji rûmet, sekin û xeta xwe tavîz nedan.”