Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin 2022-12-12 15:02:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe êrişî navenda asayîşê hate kirin.    Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe êrişî Navenda Asayîşê ya Beldê hate kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê di êrişê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest daye û kesê êriş kiriye jî ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye kuştin.