Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin 2022-12-12 15:44:34   AMED - Di doza cînayeta Mehmet Sîncar ku tettikkêş Cîhan Yildiz jê negirtî tê darizandin de biryara hat dayîn ku dosyeya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê sekinandin, bê lêkolînkirin.    Parlamenterê Partya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncxar di 4’ê Îlona 1993’yan de ji bo ku Êlihê cînayetên kiryar nediyar lêkolîn bike, li naverasta kolanê hatibû qetilkirin. Danişîna doza Mehmet Sîncar ku tenê tettikkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz jê tê darizandin, hat lidarxistin. Yildiz ê tetikkêş ku cezayê wî hat taloqkirin, niha negirtî tê darizandin. Danişîn li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Tetikkêş ango bersûc Yildiz ji Dadgeha Êlihê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar û lawê xwe Felat û birayê Mehmet Sîncar, Alî Sîncar, parêzerên malbata Sîncar, Şaneşîn Aydin, Gulşah Kaya, Yûnûs Mûratakan û gelek parêzerên din di danişînê de amade bûn. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn û nûnerên rêxistinên sivîl piştgirî dan dozê.    Dozger di danişînê de xwest ji bo aqûbeta dosyeya endamên Hîzbûllahê ku jê dihatin darizandin û paşê ji nû ve biryara darizandinê hat dayîn da ku eşker bibe bê sekinandin.    DAXWAZA DADGE DEST JI BIRYARA XWE BERDE    Yek ji parêzerên malbata Sîncar, Şaneşîn Aydin diyar kir ku dosyeyên li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di dosyeya cînayeta Sîncar de tên girtin weke faktoreke girtinê tê dîtin û di dosyeyê de tu pêşketin çênebûye û bi bîr xist ku doz berê hatibû dîtin û çalakiyên hevpar pêk dihatin. Aydin anî ziman ku di navbera dosyeyan de ji bo hinceta pêşîlêgirtinê rewşeke hiqûqî tune ye û heke dadgeh bifikire ku têkiliya dosyeyan heye divê biryara yekkirina dosyeyan bê dayîn. Aydin ji dadgehê xwest ku dev ji biryara xwe berde ji bo ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li benda encama dozê hatiye sekinandin.   DAXWAZA GILÎKIRINÊ    Ji parêzerên malbatê Gulşah Kaya diyar kir ku cînayetek li holê heye û îşaret bi Rapora Sûsûrlûkê ku MÎT’ê û Kûtlû Savaş amade kiribûn kir û xwest Mehmet Agari Alaattîn Kanat û kesên din ku navê wan di raporê de derbas dibin bên lêkolînkirin. Kaya xwest ji bo ronîkirina cînayetê divê li dadgehê gilî bê kirin û lê dadger got, “dozger li qata sêyemîn e” û li ser vê yekê nîqaş derket. Gulşah Kaya li ser dijderketina dadger got: “Em dizanin ku dozger li ku ye, em wezîfeya dadgehê bi bîra we dixin.”    GUHDARIYA LI SAVAŞ KÛTLÛ    Kaya diyar kir ku ew dixwazin dadgeh li Savaş Kûtlû yê ku Rapora Sûsûrlûkê amade kiriye guhdar bike û lê ew ne bawerin dadeh edaletê bicih bîne.    XWESTEKA LÊKOLÎNKIRINA ARÎF DOGAN    Parêzer Yûnûs Mûratakan jî detnîşan kir ku cinayet ji aliyê Hîzbûllahê ve pêk hatiye û xwest ku gotinên sazûmankarên JÎTEM’ê albay Arîf Dogan ku fermana cînayetan dida were lêkolînkirin.    Bersûc Yildiz jî diyar kir ku ew ê parastina nivîskî pêşkêşî dadgehê bike. Parêzerên tetikkêş jî xwestin ku miwekîlê wan bê beraetkirin.    DOSYE DÊ BÊLÊKOLÎNKIRIN    Dadgehê xwest ku dosyeya dibe meseleya sekinandinê ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lêkolînkirin û danişînê taloqî 31’ê gulanê kir.