Li Rihayê girtiyên nexweş nikarin dermanan peyda bikin 2022-12-13 09:03:11 RIHA - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê ku li girtîgehê bi girtiyên nexweş re hevdîtin kiriye, got ku girtiyên nexweş nikarin dermanên xwe peyda bikin û rastî lêgerîna nava dev jî tên.    Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, li Girtîgehên Hejmara 1 û 2'yan ên Tîpa T'yê yên Rihayê û Girtîgeha Sêwregê ya Tîpa T'yê girtiyê ji sedî 94 astengdar Emîn Guler jî di nav de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene. Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Navenda Mafên Mirovan a Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê bi girtiyên nexweş re hevdîtin kirin. Parêzer heya niha hevdîtin bi 14 girtiyên nexweş re kirine û piştî temambûna hevdîtinan dê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wekî rapor belav bikin. Sekreterê Giştî yê Navenda Mafên Mirovan a Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê Ahmet Taş, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin ragihandin.    BINPÊKIRIN ZÊDE BÛNE   Taş, da zanîn ku heya niha li sê girtîgehan hevdîtin bi 14 girtiyên nexweş re kirine û got ku pirsgirêkên ku girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin her diçe zêdetir dibin. Taş ev tişt gotin: "Ji lêgerîna nava dev bigire dest heya nebirina bijîşk, gelek gilî û gazinc hene. Me dît ku îdareya girtîgehê ji dêvla başkirina rewşê, hewl dide rêxistinbûyîna li wir belav bike û zor û zehmetiyan bide ber girtiyên nexweş."    'DERMANÊN WAN NADIN WAN'   Taş, ragihand ku girtiyên nexweş gotine "Em nikarin sûdê ji mafên xwe bigirin" û got ku girtî di warê xwegihandina tenduristiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Taş, destnîşan kir ku îdareya girtîgehê bi biryara xwe ya belawelakirina rêxistinbûyîna girtiyan dixwaze di warê derûnî de bandorê li girtiyan bike û wiha berdewam kir: "Mesela, dayîna dermanan bi derengî dixe. Gava nexweşînek çêbibe, ji dêvla ku girtiyan bibe nexweşxaneyê wan dide sekinandin û paşê dibe. Tim lêgerîna li hundirê dev ferz dike. Girtiyan got ku ev tim tên kirin."    Taş, da zanîn ku hin girtiyên nexweş bi ferzkirina muayeneya bi awayê destkelemçekirî tên û wiha pê de çû: "Ên diçin nexweşxaneyê û tên lêgerîna li hundirê dev li wan ferz dikin. Dixwazin çûnûhatinê veguherînin îşkenceyê."    Taş, diyar kir ku ji xeynî van pirsgirêkan, mafê xwarinê yê girtiyan jî tê binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo girtiyê nexweş, mafê xwarineke bi tendurist mafekî herî bingehîn e." Taş, bilêv kir ku girtiyan ragihandiye ku ev rêbazeke "rûxandinê" ya di warê derûnî de ye.    'DEWLET DIVÊ BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNE'   Taş, da zanîn ku dê ji niha û pê ve jî serdana girtîgehan bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji lew re çûna nexweşxaneyê, mafê tenduristiyê berpirsiyariyên dewletê ne." Taş destnîşan kir ku ji ber ku dewlet van berpirsiyariyên xwe bi cih nayne, divê rêxistinên civaka sivîl xwedî li girtîgehan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî rêgeza dewleta civakî, dewlet divê demildest mafê tenduristiyê û jiyanê yê pêk bîne."    MA / Mujdat Can