Ji ber astengkirina emeliyata girtiyê nexweş, serdana Komîsyona Meclisê hate kirin 2022-12-13 09:47:41   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî astengkirina ameliyata girtiyê nexweş Bulent Zengî, serdana Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kir.    Girtiyê nexweş Bulent Zengî yê di Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklar a Îzmîrê de tê ragirtin, di 20’ê mijdarê de ji bo emeliyata çok rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Katîp Çelebî. Hat destnîşankirin ku Zengî yê ku heman rojê de mafê wî yê telefonê hebû, xwest ku mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Hat diyarkirin ku gardiyanan daxwaza Zengî bi gef û heqaretan red kirin û bi gotina “Zêde neaxive, em ê derî vekin û têkevin hundir” êrişî Zengî kirine û derb kirine.    Hat destnîşankirin ku ameliyata Zengî ya çok hatiye astengkirin û wî dîsa birine girtîgehê.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş têkildarî derbkirina Zengî û astengkirina ameliyata wî, serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.