Li Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû 2022-12-13 10:28:16   STENBOL – Li bajarê Çanakkaleyê bi pileya 4.3 erdhej çêbû û erdhej li gelek bajaran hate hîskirin.    Li gorî daneyên Serokatiya Daîreya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD); li navçeya Bîga ya Çanakkaleyê di 12.12 kîlomîtro li bin erdê bi pileya 4.3’yan erdhej çêbû. Erdhej, serê sibehê saet di 06.21’an de çêbû û li bajarên weke Stenbol, Bursa, Balikesîr û Tekîrdagê jî hate hîskirin.