Li Amedê wesayîtekê li 2 xwendekaran da 2022-12-13 11:05:48   AMED - Li Amedê dema xwendekar ji dibistanên belav dibûn û derbasî aliyê din ê rêyê dibûn, wesayîtekê li 2 xwendekarên keç da. Xwendekar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan giran e.    Xwendekarên dibistana amadehî Ela Çelebî (17) û Buşra Şahîn (17) dema li Bulwara Firatê ya li navçeya Peyas a Amedê derbasî aliyê din ê rêyê dibûn, wesayîtekê lê da. Li ser vê yekê kesên derdorê agahî dan û li cihê bûyerê komên 112’ê hatin sewqkirin. Piştî destwerdana ewilî ya peywirdarên tenduristiyê, her du xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa Çelebî û Şahîn giran e.    AJOKAR HAT BINÇAVKIRIN   Ajokarê wesayîtê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Welatiyan da zanîn ku li devera qeza lê çêbûyî ronahiyên trafîkê nînin û ev yek gelek caran rê li ber qezayan vedike. Ji bo ku li ser vê rêyê wesayît lez neyên ajotin, welatî daxwaza dikin ku ronahiyên trafîkê lê werin bicihkirin.