3 DAIŞ’iyên amadekariyên êrişê dikirin hatin girtin 2022-12-13 15:09:51   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê da zanîn ku 3 endamên DAIŞ’ê yên ku amadekariyên êrişan dikirin hatine girtin.    Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di encama operasyona hêzên wan de 3 endamên DAIŞ’ê hatine girtin. Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir ku piştî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hucreyên DAIŞ’ê jî ketine nava liv û tevgerê û li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê ketine nava amadekariyên êrişan.    HSD’ê, ragihand ku bi hevkariya hêzên wan ên Yekîneyên Antî-Teror (YAT) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li dijî hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmên cuda 3 operasyon hatine lidarxistin. HSD’ê diyar kir ku di encama operasyonan de 3 endamên DAIŞ’ê yên ku amadekariyên êrişan dikirin hatine girtin.