Nobeta Edaletê: Bila mirin çênebin 2022-12-13 15:12:43 ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê de banga bidawîkirina şer kirin û xwestin ku êdî mirin çênebin.  Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Alîaga û Bornovayê jî piştgirî dan malbatan.   Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş axivî û da zanîn ku ev meha ye daxwaza edaletê dikin. Gumuş, got ku dê dev ji çalakiya xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Zarokên me, gulên biharê ne. Em ji bo zarokên xwe li vê derê ne. Dewletê cîhanê û Tirkiye bila pêşî li ber rijandina xwînê û şer bigirin. Bila ne zarokên me bimrin û ne jî dayik bigirîn. Em naxwazin ne kurd û ne jî tirk bimrin. Bila ne li çiyayên Kurdistanê û ne jî li girtîgehan mirin çênebin. Hûn nikarin bi kuştinan kurdan xelas bikin.”