Hefteya Mafê Mirovan: Li şûna febrîqeyan girtîgeh tên vekirin 2022-12-13 15:39:36 NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyên têkildarî Hefteya Mafên Mirovan hatin dayîn de hat destnîşankirin ku îktidar li şûna febrîqeyan ji bo muxalîfan ceza bike û bixe hefsan girtîgehan ava dike.    Li Wanê nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan û kartên piştevaniyê ji girtiyan re şandin. Daxuyanî li ber avahiya ÎHD’a Wanê hat dayîn. Ji bijîşkên Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Huseyîn Yavîç daxuyanî da û got: “Îktidara ku ev 20 sal in vî welatî bi rê ve dibe, li şûna ku kargehan anku febrîqeyan veke, îstîhdamê biafirîne, qadên civakî ji ciwan, jin û zarokan re çêbike, li seranserê welat girtîgehan ava dike û bi pesndayînê van girtîgehan vedike. Duh ev bajêr hatibû dorpêçkirin. Wan bi salane hatiye qedexekirin û dorpêçkirin. Qedexe û dorpêça li Wanê tenê her tiştî dide nîşandan. Walîtiya Wanê li bajêr bêhiqûqiyê pêk tînê. Em carek din bang dikin ku demildest dawî li bêhiqûqiyê û binpêkirina mafên mirovan bê anîn.”    STENBOL    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa binpêkirinên mafan ên li girti^gehan li ber avahiyê daxuyanî da. Polîsan bi hêceta qedexeyê pankarta ku hat vekirin desteser kirin. Tevî astengiya polîsan jî ÎHD’ê daxuyanî da. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulsen Yolerî bi bîr xist ku 651 yek kes jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û hemû mafên girtiyan tên desteserkirin û îşkence li wan tê kirin û tedawiya wan tê astengkirin û bi kelemçekirî tên tedawîkirin. Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgeha girtiyên nexweş terkî mirinê dike. Yolerî got Saziya Tiba Edlî raporên nexweşxaneyan bo berdana girtiyan li ber çavan nagire û berdana girtiyên nexweş asteng dike.    Piştî daxuyaniyê ji girtiyên li girtîgehên Herêma Marmarayê tên ragirtin re kartên piştevaniyê hatin şandin.    AMED   Nûner û rêveberên ÎHD’a Amedê, TÎHV, OHD, Komeleya 78’AN, Odeya Bijîşkan û Baroya Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Şaxa PTT’ê ya li Navçeya Sûrê ji girtiyên nexweş re kart û nameyan şandin.