Saziyên sivîl ên Amedê bang kirin: Divê demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were anîn 2022-12-13 15:48:51   AMED – Rêxistinên sivîl ên Amedê û partiyên siyasî bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî dan û hat xwestin divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan bê anîn.     Di çarçoveya 10 -17'yê Kanûnê Heftaya Mafên Mirovan de bi pêşengiya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komelaya Rosa a Jinan,  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê,  Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), malbatên girtiyan ên Nobeda Edeletê digirin, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Odeya Bijîşkan a Amedê, ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê daxûyanî dan çapemeniyê.   Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî li ser navê saziyan daxuyaniya kurdî xwend.    Ronî da zanîn her roj diçe ku li hejmara girtiyan zede bibe û wiha got: “Ev zêdebûn di aliyekî de dibe sedema mezintîrîna îxlalên jiyanê di aliyekî din de jî tespîtkirin û çareseriya van pirsgirêkan dibe mecbûrî. Bi qanûnên sala 2017’an vir ve sînordarkirin zêdetir bûne bandorên qadên fîîlî berfirehtir bûne. Ev pêvajo bi awayekî neyînî bandor li ser girtîgehan kiriye û di bîkaranîna mafên azadî û bingehîn de sînordariyên ciddî aniye.”   ‘DIVÊ KU GIRTÎGEH LI GORÎ STANDARDA NAVNETEW BIN’   Ronî anî ziman ku girtîgeh bûne cihên kesên muxalîf û kesên ku desthilatdarî wekî “talukene” bi nav dike. Ronî got: “Îşkence, miameleyên xirab û dijmirovî tenê li ser girtiyên polîtîk pêk nayê, li ser girtiyên edlî ku vê halê dijmirovî qebûl nakin jî wekî rêbaz pêk tê. Li girtîgehan ji bo jiyaneke “mirovane” pêk were rêgezên “standartên kêmtîrin” hene. Divê ji her kesê ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin li gorî mafên mirovan rêzdarî were nîşandan. Di girtîgehên Tirkiyeyê de hepskirin wekî rêgezên sereke yên cezayê  hebûna xwe diparêze û hejmara girtiyan her sal zêdetir dibe. Girtîgehên Tirkiyeyê divê li gorî mafên mirovan û standartên navnetewî werin guncankirin.”   Ronî bi bîr xist ku girtigeh bûne cihê herî zêde yên binpêkirina mafên mirovan lê diqewimin û wiha beredwam kir: “Ji şertên fizîkî yên girtiyan, ragihandina dinyaya derve, axaftina di nav girtiyan de, azadiya xwe îfadekirinê heta pêkanîna mafên hevdîtina malbatê gelek mafên girtiyan bi awayekî sîstematîk tê îxlalkirin û tê dîtin ku girtî bi cezayên dîsîplînê yên kêfî û dijhiqûqî re rû bi rû dimînin. Mafên mirovan ên bingehîn “mafê jiyanê” ye. Ev maf di tu merc û rewşekê de nikare were astengkirin û ji holê rakirin. Li gorî bingeha mafên mirovan hemû kes di qada ku lê ne divê li gorî rûmeta mirovahiyê jiyana xwe bidomînin. Ji pîvanên parastina mafê jiyanê yek jî bê cihêkarî ragihandina xizmetên tenduristiyê ye, yanî mafê tenduristiyê ye. Ev maf ji bo girtiyan jî derbasdar e. Girtîbûn mafê tenduristiya kesan ji holê ranake.”   ‘TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ ASTENGKIRIN’   Ronî behsa rewşa girtiyên nxweş kir û wiha axivî: “Di girtigehên Tirkiyeyê de pirsgirêkên herî girîng û herî sotîner pêk tînin. Li girtigehên Tirkiyeyê astengkirina mafê ragihandina tenduristiyê, ferzkirina lênerîna bi kelepçe, dereng birina revîrê, dereng çêkirina sewkên nexweşxaneyê yan jî qet çênekirin, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehan rewşa girtiyên nexweş xirabtir dikin û ev dibe sedema îxlala mafê jiyanê. Demeke dirêj e bikarneanîna mafê ragihandina tenduristiya nexweşên girtî yên bi awayekî nayê çareserkirin û di rojeva Tirkiyeyê de ye, di van demên nêz de  wendahiyên girtiyan zêdetir derdikeve holê. Di nav sala 2022’an de  girtiyên nexweş jî  di nav de 50 kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, du girtî demeke kin piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî 651 giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan; mafên girtiyên kal û pîr, nexweşên pênçeşêr û dil, yên nexweşiyên wan ên mayînde hene, yên pirsgirêkên wan ên derûnî hene û mafê ragihandina tenduristiyê yê bi sedan nexweşên giran ên nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomîn tê îxlalkirin. Tedawiyên wan tên astengkirin û daxwazên wan ên taloqkirina cezayê tê redkirin.”   GIRTIYÊN NEXWEŞ    Ronî bal kişand ser biryarên Saziya Tiba Edlî ya derbarê girtiyên nexweş ku nayên berdan û wiha got: “Girtiyên nexweş ên nikarin li girtigehê jiyana xwe tena serê xwe bidomînin ji hêla Lijneya Tibba Edlî ve raporên aligir û ji zanînê dûr tên amadekirin ji ber van raporan girtiyên nexweş demên dirêj li girtîgehê dimînin û nexweşiyên wan pêş ve diçe. Di bergiriya mafê tenduristiyê yê girtiyan de; girtiyên nexweşiyên giran ên hîn jî li girtîgehan in hemû li gorî raporên nexweşxaneyan demildest werin berdan, tedawiyên wan li ber malbatên wan bidomin û mesrefên wan ji hêla sigortaya tendurîstiyê ya dewletê ve were dayîn. Divê Tibba Edlî di raporên taloqkirina cezayan de nebe merciya dawî. Di biryarên taloqkirina cezayan de rayeya dozgeriyên komarê û bazbendan were rakirin, bi raporên nexweşxaneyan bila ceza werin taloqkirin. Pîvana “ji bo civakê taluke ne” ya li pêşiya taloqkirina cezayên girtiyên nexweş e divê ji qanûnê were derxistin. Ji bo malbata xwe nebine wan dibin bajarên  dûr. Mafê girtiyan ên hevdîtinê heye divê ku ev hesantir pêk were wan bînin bajarên malbatên wan lê ne yan jî bajerekî nêzî malbatên wan.”   TALOQKIRINA BERDANA GIRTIYAN    Ronî bal kişand ser girtiyên ku cezayê wan qediyaye û berdana wan tê astengkirin û got: “Di Qanûna Înfaza Cezayê de wiha hatiye diyarkirin  ji bo feyde ji berdana bi şert were girtin girtî dema xwe ya girtîgehê divê bi halê baş derbas bike. Bi awayekî mafê ewlehiya hiqûqî tê îxlalkirin, bi nirxandinên subjektîf û bi pêvajoyên îdarî yên kêfî daxwazên berdanên bi şert tim tên redkirin. Têgeha “halê baş” ku li ser azadî û mafê ewlehiya kesan bandor çêdike ji biryarên kêfî yên rayedarên girtîgehan re hatine hiştin. Mafên berdanên bi şert ên bi nêzikatiyên dijhiqûqî û bi biryaran tê astengkirin, ji bo girtî bi lezgînahî werin berdan divê muameleyên pêwîst werin kirin.”   ‘DEMILDEST DEST JI PÊKANÎNÊN KÊFÎ Û DIJHIQÛQÎ BERDIN’   Ronî bang kir ku demildest pêkanînên kêfî û dijhiqûqî yên mafên girtiyan ên bingehîn bi sînor û binpêkirin werin bi dawî kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di derheqê xebatkarên giştî yên kiryarên dijhiqûqî pêk tînin lêpirsineke bi bandor pêk were. Em wekî saziyên navên me di binî de ye diyar dikin ku  em ê van îxlalan bişopînin, ji bo îxlalên mafan ên tên jiyîn gavek berê werin bidawîkirin em her kesî vedixwînin berpirsiyariyê.”