Bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Fîncanci dan 2022-12-13 15:50:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyên li Wan, Îzmîr û Êlihê de bertek nîşanî hedefgirtina TTB û Şebnem Korur Fîncanci hate dayîn û wiha hat gotin: “Mîna duh dê îro jî tu îktîdar nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin.”    Têkildarî hedefgirtina Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci, li Wan, Îzmîr û Êlihê daxuyanî hatin dayîn.    WAN   Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê têkildarî hedefgirtina TTB û Şebnem Korur Fîncanci daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya odeyê hate dayîn û pankartên “Em bi heqîqet û jiyanê re ne” û “Ji bo mamoste Şebnemê azadî” hatin vekirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç di daxuyaniyê de axivî û got ku îtkîdarê mebesta xwe ya esasî ya ji hedefgirtina Fîncanci bi daxuyaniyê dawî eşkere kiriye û wiha domand: “Armanca wan ew e ku hemû rêxistinên pîşeyî li gorî daxwaza wan tevbigerin û bêbandor bikin. Di pratîkên wan de jî ev mebesta wan derdikeve holê. Lê divê baş bizanin ku kîjan îktîdar dibe bila bibe, dê TTB dest ji gotina rast bernede. Mîna duh, îro jî dê TTB xwedî li tenduristiya gel û keda bijîşk û rêxistinên ked û pîşeyî derkeve. Bijîşk bêdeng nabin, TTB nayê bêdengkirin.”   ÎZMÎR    Odeya Bijîşkan a Îzmîrê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gel Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Prof. Dr. Suleyman Kaynak ve hate xwendin. Kaynak, anî ziman ku xebatên ku tenduristiya gel esas digirin bi kêrî îktîdarê nayên lewma hedef tên nîşandan û ev tişt anî ziman: “Kesên ku ji bo tenduristiya gel, mafên bijîşkan û başiya civakê tiliya xwe nahejînin, ne xwedî maf in ku derheqê TTB’ê de biaxivin. Mîna duh, dê îro jî tu îktîdar nekarin bi me paşdegavê bidin avêtin. TTB bêyî ku lê binêre bê ka îktîdar kî ye, di her serdema dîrokê de têkoşîna xwe ya ji bo bijîşkan domandiye û dê bidomîne.”    ÊLIH   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî bi heman boneyê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo Şebnem Korur Fîncanci azadî”, “Dest nede rêxistina min a pîşeyî” û wêneyên Fîncanci hatin hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Sertaç Adiguzel ve hate xwendin. Adiguzel diyar kir ku tevî zext û gefan jî dê dev ji gotina rastiyan bernedin.