ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-14 09:00:12   * Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di qedexeyên derketina derve de, di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, têkoşîn û berxwedaneke mezin li pey xwe hişt.    * Dayikên şahidî li berxwedana di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de kirin, diyar kirin ku ew ê wan rojan tu carî jibîr nekin û gotin: "Dengê top û tanqan dihat me, me dilîrand û digot, 'bijî aştî'  lê kesek bi hawara aştiyê ve nehat."   * Di lêpirsîna der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de, dozger bi kameraya veşarî û amûrên guhdarîkirinê yên ku bi biryara dadgeriyê li avahiya komeleyê bi cih kirine, hemû xebatên komeleyê wekî delîlên sûcî hesibandine.    * Dadgeha Bilind, 3 sal û meh û 15 roj cezayê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" li rojnamevan Mehmet Guleş hatibû birîn, xera kir.   * Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, gotin: "Bila tecrîd bê rakirin, şer bi dawî bibe û aştî bê."     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 646’emîn de berdewam bike.    * Rûniştina duyemîn a danişîna ewil ku endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê jê tên darizandin wê li eywanên dadgehê yên li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê berdewam bike. (10.00)   * Di Civata Giştî ya Meclîsê de wê xalên Pêşnûme Qanûna Budçeyê ya Hikûmeta Navendî ya sala 2023'an bên nîqaşkirin. (11.00)   * Şaxa ÎHD’a Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de wê li navçeya Sûrê broşür bên belavkirin. (12.00)   * Çalakiya Nobeta Edlaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan bên bidawî kirin li Îzmîrê dane destpêkirin wê li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam bike. (13.00-16.30)   * Bi boneya salvegera 7’emîn a qedexeyên derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê hatiye îlankirin, wê li ber Rêxistina HDP’a Cizîrê daxuyanî bê dayîn. (13.00)   * Civînên gel ên di pêşengtiya HDP’ê û DBP’ê li Herêma Egeyê hatiye destpêkirin wê li navçeyên Datça û Marmarîsa Mûglayê û navçeya Salîhlî ya Manîsayê berdewam dike. (19.00)