Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat 2022-12-14 09:03:24   ŞIRNEX - Dayikên şahidî li berxwedana di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de kirin, diyar kirin ku ew ê wan rojan tu carî jibîr nekin û wiha gotin: "Dengê top û tankan dihat me, me dilîrand û digot, 'bijî aştî'  lê kesek bi hawara aştiyê ve nehat."   Di 15'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li gel dorpêça polîs û leşkeran qedexeya derketina kolanan hat ragihandin. Li navçeyê di dema qedexeyên derketina derve de 38 kes ji aliyê hêzên tevgera taybet ên dewletê ve hatin qetilkirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Di dema qedexeyan de gelê navçeyê ji mafê tenduristiyê heta bi danûstandinê ji gelek tiştan bêpar hat hiştin. Li navçeyê depoyên avê hatin teqandin û ceyran hat qutkirin.    Dayikên Laçikspî yên ku di dema qedexeya derketina derve de dest ji warê xwe bernedan û li dijî tankan bi tililiyên daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bilêv kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wê pêvajoyê û şahidiya xwe ya li wan rojan kirin.   'AV, CEYRAN Û XWARIN TUNE BÛ'    Dayik Nûriye Atmiş (62) ku li Taxa Yenîşehîrê dima û şahidî li wê demê kiriye diyar kir ku wan wê çaxê rûye zilmê dîtiye û wiha behsa wan rojan kir: "Em li Taxa Yenîşehîrê bûn. Li ber deriyê me şer hebû. Şeva ewil ceyrana me qut kirin. Em 13 kes di mezelekî de diman. Her cara ku me dengê teqînan dibihîst, me digot em mirin. Roja şeşan a qedexeyê baran dihat, me taştik danîbû ber baranê da tije bibe û em pê karê xwe bikin. Bi wê avê me firaqên xwe dişûştin û destnimêj digirt. Wê rojê mala me dan ber keviran. Piştre hêzên taybet avêtin ser malê. Weke ku dixwazin derî bişkînin, li derî dixistin. Çawa ku ketin hundur gotin, 'dewlet hat.' Min ji wan re got, 'we xêr e.' Piştre bi ser me de qîriyan. Bi qasî ku ew diqîriyan, em jî diqîriyan. Heta demekê li hundir geriyan. Min got, 'ez ê biçim avê bidim çêleka xwe.' Polîsekî ji min re got, 'xwe gorî çêlekê neke, ji me re ferman hatiye tiştek bilive mirov be, heywan be em ê bikujin.' Ji min re got,' Min duh serê sibehê tu dîtî, tu di ser vî diwarî re derbas bûyî û te şîr anî. Min ferman nedana, dê te bikuştana.' Min ji wan re got, 'Dema zarokên me kevirekî diavêjin wesayîtên we hûn 10 sal cezayê girtîgehê li wan dibirin, lê hûn dikarin bi hêsanî mala me hilweşînin û camên me bişkînin.'"   Dayik Atmiş wiha domand: "Wan rojan me her tişt bi çavê xwe dît. Av nebû, xwarin nebû. Me jî dikaribû em ji navçeyê derkevin. Lê me got, 'em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin' û em derneketin. Ez tu caran wan rojan jibîr nakim. Di wê pêvajoyê de bûka min ducanî bû. Wekî dîna bûbû. Xwe nas nedikir, her tim diqîriya. Piştre ambulans hat. Min xwest ku ez jî pê re biçim, lê ewilî nehiştin ku ez pê re biçim. Bi zorê ez çûm. Min ji wan re got, 'ne dînê we û ne jî îmana we heye.' Piştre ez siwar bûm. Ez û bûka xwe tenê çûn. 2 rojan em di nav hezên tevgera taybet de man. Hêzên taybet heta ku di nexweşxaneyan de, di beşên zayinê de jî hebûn. Xwarin ji nexweşxan re dianîn. Polîsan digot, 'nedin wan, bila ji birçan bimirin.' Ma qey misilmantî bi tirkan re heye?"    'DIVÊ EM WAN ROJAN JIBÎR NEKIN'   Dayik Atmiş, bi domdarî bal kişand ser yekitiya kurdan û ev tişt anî ziman: "Bila kurd bibin tifaq û destê xwe bidin hev. Dewleteke din ji me re nabe tiştek. Di qedexeya derketina derve de mal rasterast gulebaran dikirin, ma dewletê qet digot, 'ka ev mala kê ye?' Na, nedigot. Çimkî ji bo wî ferq nake. Cenazeyê Mela Hesen 14 rojan di malê de ma. Cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li kolanê ma. Divê em van tiştan jibîr nekin."    'KES BI HAWARA AŞTIYÊ NEHAT'   Zeynep Begenîrê (45) jî ku li Taxa Başakê şahidî li wê demê kiriye, bi lêv kir ku xwîn li ber wan bûbû co û got ku ew ê wan rojan tu carî jibîr neke. Begenîrê wiha axivî: "Di qedexeya derketina derve de em li Taxa Başakê bûn. Ji bo ev şer bisekine, em dayik heta dibistanê meşiyan. Lê heyf û mixabin, me nekarî bimeşin. Em gihîştin wê derê. Em sê rojan li wir man û piştre di yazdehê şevê de bi tangên xwe êrîşî me kirin. Negotin ev mirov in. Wexta ku êrîş kirin, gel reviya. Piştre şer dest pê kir. Di êrîşên xwe de ewilî depoyên avê teqandin. Wexta ku depoyên avê hatin teqandin ceyran jî qut bû. Cihê ku av û ceyran lê nebe gelek zehmet e. Piştre jî ketin hundir. Ji aliyê Taxa Cûdiyê ve ketin nava taxê. Piştre li her du aliyan bû şer. Lê tevî vê jî em meşiyan û heta Taxa Barbarosê çûn. Lê gelek şehîd ketin. Her kes bi aliyekî ve çû. Birîndar hebûn, mirî hebûn. Kes bi hawara me ve nehat. Me kir hawar û gazî, lê kesî dengê me nebihîst. Li ber çavê min dayika me hat gulebarankirin, me bang li ambulansê kir lê nehat. Tu kesî dest neda me."   Dayik Begenîrê destnîşan kir ku dewletê zilmeke nedîtî li wan kiriye û wiha got: "Ji aliyekî ve baran dibarî û ji aliyekî ve jî birîndar hebûn û ambulans nedihat. Cenaze li erdê man û neveşartî man. Dewletê zilmeke gelek mezin kir. Kesên birîndar jî bigirtana ew bi îşkenceyê dikuştin. Ciwan, zarok û pîr ji bo wan ferq nedikir. Kî li ber wan çavê wan biketa wan ji dûr ve dikuştin. Em diçûn me xurtûmên xwe dikirin ava di qenalan de diherikî û bi vî awayî me pêdiviyên xwe pêk dianîn. Me bi wê avê nan çêdikir, serê xwe dişûşt. Me gelek zehmetî dît. Dema ku cenaze li kolanê bûna em dayik diçûn me ew dianîn. Em dayik bi cesaret bûn û ji mirinê neditirsiyan. Ez tu carî wan rojan jibîr nakim. Li ber çavê we xwîn biherike ma tu dê jibîr bikî? Me digot aştî. Dengê top û tanqan dihat me, me dilîrand û digot, 'bijî aştî', lê kesek bi hawara aştiyê ve nehat."   'ME BI TILILIYÊN XWE AŞTÎ DAXWAZ KIR'   Dayik Zerî Aytiş (65) ku li Taxa Zapê dima anî ziman ku wan bi tililiyên xwe doza aştiyê kiriye û wiha axivî: "Ez, hevjînê xwe û kurê xwe 25 rojan bi tena serê xwe di malê de man. Me ne xwarin dixwarne jî dikarî serê xwe bişûştana. Lê li tevî van zehmetiyan jî min her carê serê xwe ji paceya malê derdixist û min dilîrand. Min di emrê xwe de bi qasî wan rojan zehmetî nedît. Her carê bi ser mala me de digirtin. Kaxiz diavêtin malê û li ser wan kaxizan 'me vê carê çi ji we nekir, lê careke din hûn ê bibînin' nivîsandî bû. Dema em ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên malê derdiketin jî em gulebaran dikirin. Me nedizanî em bi ku ve biçin. Av di malê de nebû. 24 rojan min bi çavê xwe ceyran nedît. Her cara dengê teqînê bihata min dilîrand. Cîranên min her carê ji min re digotin, 'nelîrîne, te em kuştin.' Min digot, 'wele ez ê bilîrînim.' Zarokên min hemû çûn, lê ez neçûm. Piştî 25 rojan em derketin û meşiyam, ber bi Tilqebînê ve. Ez 7 rojan li wir mam û piştre dîsa vegeriyam mala xwe. Dema ez hatim malê jî min dît ku di mala min de tiştek nehiştine. Cenazeyan diavêtin çalan û bi kepçeyê axê diavêtin ser wan, ew vedişartin. Tişta ku wan anî serê me, kesek neyne serê tu kesî. Ez wan rojan jibîr nakim. Heta ez saxbim ez ê dev ji têkoşina ji bo aştiyê bernedim. "    Aytişê di dawiya axaftina xwe de, kilamek avêt ser dema qedexeya li Silopiyayê.