Li Îranê ji bo çalakvanan li dadgehan şaxên taybet hatin avakirin! 2022-12-14 09:41:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Serdadgerê Eyaleta Tehranê ragihand ku ji bo darizandina binçavkiriyan li dadgehên Şoreşa Îslamê û bajarên girêdayî eyaletê şaxên taybet hatine peywirdarkirin. Serdadger da zanîn ku li Tehranê li 400 kesan cezayên cuda hatine birîn.    Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin destpêkirin didomin. Dadgehên taybet ên li Îranê hatine damezirandin jî ev 3 meh in cezayan didin çalakvanan. Dadgehên navborî di 8’ê kanûnê de li Tehranê cezayê darvekirinê da Mohsen Şekarî û di 12’ê kanûnê de jî Mecîd Riza Rehneverd li Meşhedê bi dar ve kir. Li dijî van darvekirinan bertekên tund hatin nîşandan û rejîma Îranê jî bi cezayên nû bersivê dide çalakvanan.    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê; Serdadgerê Eyaleta Tehranê Alî Al-Qasî Mehr çû serdana Ofîsa Dozgeriyê ya Serokê Darazê ya li Tehranê û Dadgeha Înqilabê ya Îslamî. Serdadger Al-Qasî Mehr da zanîn ku ji bo kesên di çalakiyên protestoyî yên li eyaleta Îranê de hatine binçavkirin li dadgeha Şoreşa Îslamî û bajarên eyaleta Tehranê şaxên taybet peywirdar kirine.    Di nûçeya IRNA’yê de hat destnîşankirin ku li Tehranê cezayên cuda li 400 kesan hatine birîn. Bi domdarî hat gotin ku li 160 kesan ji 5 salan heta 10 salan cezayê hefsê, li 160 kesan cezayê hefsê yê 2 salan û li 70 kesan jî cezayê pereyan hatiye birîn.    Serdadgerê Eyaleta Tehranê di heman demê de ragihand ku dadgehên dadî yên eyaleta Tehranê derheqê nêzî hezar kesên tev li çalakiyan bûyîn de îdianame amade kiriye. Hat ragihandin ku kesên tev li protestoyan bûn dê li eywanên ji gel re vekirî bên darizandin.