Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin 2022-12-14 10:53:48   MÊRSÎN - Li Mersînê hevserokên HDP’ê yên navçeyên Akdenîz û Toroslarê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi hinceta lêpirsînekê derbarê 12 kesên ku di nav de hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Akdenîz û Toroslarê jî hene de, biryara binçavkirinê da. Piştî biryarê polîsan îro serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Piştî serdegirtina malan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” Endamê Meclisa Şaredariya Toroslar ê CHP'î Hidir Berk, Hevseroka HDP’a Toroslarê Zahîde Aslan Tekîn, Hevseroka HDP’a Akdenîzê Sevîm Mujde, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Gulten Bahar, rêveberên HDP’ê yên navçeyan Nizar Esen, Emîne Eren, Ferhat Alkan, Husnu Boz û Sakîne Ertaş hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku rêveberê HDP’ê yê Bajêr ê bi navê E.A., rêveberê navçeya Akdenîzê E.E. û rêveberê navçeya Toroslarê yê bi navê H.B. ji ber ne di malên xwe de bûn, nehatine binçavkirin.