Li kolanên Amedê nivîsên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin hatin nivîsîn 2022-12-14 10:54:19 AMED -  Li taxên girêdayî navçeya Rezana Amedê li ser dîwaran nivîsên ku daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin hatin nivîsîn.    Li kolanên Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezana Amedê li ser dîwaran nivîsên ku daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin hatin nivîsîn. Li ser dîwarekê nivîsa “An bi Rêber Apo re jiyaneke azad an jî mirin” hatiye nivîsîn. Li tax û kolanên din ên bajêr jî bi heman rengî nivîs li ber çavan dikevin.    21 meh in ji Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin re bi tu awayî agahî nayên girtin. Şertên tecrîda girankirî yên li ser Ocalan bi hin çalakî û aktîvîteyan tên şermezarkirin.