Aygul ê ku nûçeya tacîzê çêkiribû hate girtin 2022-12-14 14:36:51   BEDLÎS - Rojnameger Sînan Aygun ku nûçeya bûyerekê tacîzê ya li Tetwanê çêkiribû û hatibû binçavkirin, hate girtin.    Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ku bûyereke tacîzê ya li Tetwan a Bedlîsê kiribû nûçe, îro di danê sibehê de hate binçavkirin. Aygul piştre jî sewqî dadgehê hate kirin û bi îdiaya “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” hate girtin.    Aygul, 3 saet beriya binçavkirinê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Bi sedema nûçeya tacîzê ku min 3 saet berê çêkiribû, bi îdiaya gel ji bo kîn û dijminatiyê sor dikim hatim binçavkirin. Polîs niha li mala min lêgerînê dikin. Dê min binçav bikin û bibin qereqolê. #gazeteciliksucdeğildir” Ez rojnameger im.”   Demekî kin piştî parvekirinan jî Aygul hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî dozgeriyê hat kirin. Aygul ku bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hate kirin û hat girtin.