Cenazeyên ku şewitîne 13 roj in di nexweşxaneyê de tên sekinandin 2022-12-14 17:12:33   ŞIRNEX - Li Şirnexê cenazeyên 3 endamên HPG’ê ku hatine şewitandin 13 roj in tên sekinandin.    Li herêma Gabarê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê di 2’yê kanûnê de di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de pêvçûn derketibû. Di encama pêvçûnan de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn û pişt re cenaze anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Malbata endameke HPG’ê ku ji bo teşhîskirina cenaze ji Mêrdînê hatibû, diyar kiribû ku ji ber cenaze hatine şewitandin wan nekarî cenaze teşhîs bikin û mînaka xwînê dane.    Ev 13 roj in cenazeyên 3 endamên HPG’ê li morgê tên sekinandin. Îro jî malbata endama HPG’ê Behiye Kaçer (Silav Koçer) ku ji Sêrtê hatibû ji ber cenaze şewitiye nekarîn teşhîs bikin û mînaka xwînê dan. Bendewariya malbatan a girtina cenazeyan didome.