Berdana girtî Tûncel careke din hat taloqkirin 2022-12-14 19:36:40   MELETÎ- Berdana girtî Erdal Tûncel ku di 16'ê Adarê de cezayê wî qediyabû, cara 4'an hat astengkirin.    Erdal Tûncel (52), birayê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncelê, çendî înfaza 13 sal cezayê ku lê hatiye birîn temam kiriye jî, berdana wî bû 4 caran tê astengkirin.    Tûncel ku di Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê de ye, înfaza cezayê xwe di 16'ê Adarê de temam kiriye, lê berdana wî bi rapora Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê hatibû astengkirin. Tûncel ku înfaza wî 3 caran û her carê 3 mehan bi hinceta "dest ji hevalên xwe berneda, av û ceryan zêde xerc kiriye" hatibû taloqkirin, îro jî careke din bi heman hincetê hat taloqkirin.