2 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin 2022-12-14 20:45:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Girtî Avnî Ûçar û Guneş Sûsam piştî 30 salan ji Girtîgeha Amedê derketin.   Her du girtî ku di sala 1992'yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibûn girtin û cezayê muebedê li wan hatibû birîn hatin berdan. Avnî Ûçar ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan derket. Xizmên Ûçar û dostên wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.   Her wiha Guneş Sûsam ku tevî Ûçar di sala 1992'yan de hatibû girtin jî ji Girtîgeha Amedê ya Jinan derket. Xizmên Sûsamê ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.   Ûçar û Sûsam piştî ku ji girtîgehê derketin, tevî xizmên xwe çûn Nisêbînê.