Li ÎHD'a Amedê belgefîlma 'Ji bo Edaletê' hat temaşekirin 2022-12-14 23:24:33   AMED - Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li ÎHD a Şaxa Amedê belgefîlma "Ji bo Edaletê" hat temaşekirin. Belgefîlm li ser berxwedana Emîne Şenyaşarê ye ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve ve hatibûn kuştin.    Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê belgefîlma "Ji bo Edaletê" hat nîşandan. Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Mafên Koçberan û Ahenga Civakî, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran  (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) beşdarî pêşandana belgefîlmê bûn.    Belgefîlm li ser berxwedana Emîne Şenyaşarê ye ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve ve hatibûn kuştin. Derhênera belgefîlmê Elîf Yîgît e.