ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-15 09:00:08   * Hevjîna Mela Hesenê ku di qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku kula mela tenê Kurdistaneke azad bû û wiha got: "Wî pir îşkence dît û kula dilê wî tenê ew bû ku kurd bigihîjin heqê xwe."    * Rêveberê Komeleya ARSÎSA'yê Mûrat Sekmen ku polîtîkayên asîmlasyonê yên dewletê yên li dijî kurdî nirxandin, got ku li hemberî kurdî polîtîkayên şerê taybet hene û aramnca van polîtîkayan ew e ku kurdî bidin jibîrkirin.    * Serokê TBB'yê Erînç Sagkan û serokên baroyan, dê di 26'ê Kanûnê de li ber edliyeyê ji bo xebatkara HDP'ê Denîz Poyrazê ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin, Nobeda Edaletê bigirin.    * Hamşî Çagli ku kurê wê û hevjînê wê di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de hatine qetilkirin, diyar kir ku ew ê tu carî heqê xwe li vê dewletê helal neke û got: "Kesên ku bûne sedema qetilkirina kurê min û hevjînê min, ez heta roja qiyametê jî heqê xwe li wan helal nakim. Kezeba min dişewite. Ma ji vê mezintir zilm heye?"   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 647’an de berdewam dike.    * Hevdîtinên Pêşniyarqanûnên Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023'yan dê îro jî li Lijneya Giştî ya Meclisê berdewam bikin.    * Doza têkildarî windabûna Hurmuz Dîrîl û Şîmonî Dîrîl li Elkê ya Şirnexê, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.10)   * Danişîna doza polîsê bi navê Abdullah E. ku li Amedê bi wesayîta zirxî dabû ser zaroka 12 salî Helîn Hasret Şen û kuştibû li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. (09.00-17.00   * Danişîna doza endamên GOÇÎZDER’ê dê li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê berdewam bike. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Îzmîrê dê îro li pêşiya Baroya Îzmîrê bidome. (13.00-16.00)   * Odeya Bijîşkan a Amedê bi daxwaza “Azadî ji mamoste Şebnemê re” dê li avahiya odeyê nobeta edaletê bigire. (17.30-19.00)