Ji Şûreya Dewletê biryara madenê: Rapora ÇED’ê hewce ye 2022-12-15 11:19:00   MELETÎ - Dadgeha Îdareya Şûreya Dewletê ji bo lêgerîna madenê ya Holdînga Eczacibaşi ya li navçeya Doganşehîrê biryara “rapora ÇED’ê nehewce ye” dijqanûnî dît û biryarê betal kir.    Midûriyeta Hawirdorê û Bajarvaniyê ya Meletiyê destûr da holdînga bi navê Esan Eczacibaşi ku li hin gundên navçeya Doganşehîra Meletiyê li hesin, sifir, zîr û çînko bigerin û Midûriyeta Bajarvaniyê biryara “Hewcehî bi Rapora Nirxandina Derdorê (ÇED) tune ye” daye. Şîrketê dest bi lêgerîna madenê kir. Şêniyên herêmê nerazîbûn nîşan dan. Ji şêniyên herêmê Sînan Kiraç, Mazlum Alakuş û Mehmet Topal ji bo biryara lêgerîna madenê bê betalkirin, serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareya Meletiyê dan.    Dadgeha Îdareyê bi hêceta ku proje tenê projeya lêgerîna madenê ye û hewcehî bi sepandina hikmên rêziknameya ÇED’ê nîne serlêdanê red kir.    ŞÛREYA DEWLTÊ: BIRYAR NE HIQÛQÎ YE    Serlêdaran li ser vê biryarê doza xwe birin Şûreya Dewletê û serlêdan kirin. Dadgeha Îdareya Şûreya Dewletê hewcehî bi rapora ÇED’ê dît û xebatên lêgerînê ku sondaj tê kirin jî wê liser xeta fayê bê kirin. Şûreya Dewletê biryara “Rapora ÇED’ê ne hewce ye” betal kir û got nehiqûqî ye û ew biryara hatiye dayîn jî ne hiqûqî ye. Şûreya Dewletê bi piraniya dengan biryara dadgeha îstînafê xera kir û xwest doz were betalkirin û rêya ji bo sererastkirinê ya biryarê jî girtî ye.   MA / Mujdat Can