Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibe 2022-12-15 12:13:44 ENQERE – Hat destnîşankirin ku rewşa girtiyên di greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ên li Girtîgeha Eregliyê de tên ragirtin, xerabtir dibe.    Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tên ragirtin, li dijî binpêkirina mafan û tecrîda girankirî di 4’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan di 16’ê cotmehê jî greva xwe veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Hat destnîşankirin ku rewşa girtiyan her ku diçe xirabtir dibe. Ji girtiyan Mehmet Işiktaş li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: "Midûrê girtîgehê bi hinceta girtiyên di greva birçîbûnê de li ser girtiyên din bandorê dikin û greva birçîbûnê mezin dikin, destûr nade bi girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin û bi wan re biaxivin. Dixwazin bi temamî me tecrîd bikin û belavbûna grevê asteng bikin. Êdî dengê me bibîhîsin.”   ‘REWŞA WAN HER KU DIÇE XERABTIR DIBE’   Işiktaş, bi domdarî anî ziman ku hevsilavkirin û axaftina bi kurdî hatiye qedexekirin û ev tişt gotin: “Di girtîgehê de girtiyên nexweş ên dest û piyên wan nîn in û nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin di qawişên yekkesî de têne ragirtin. Girtiyên ji girtîgehên din sirgûnî vê derê têne kirin jî di qawişên yekkesî de têne ragirtin. Rewşa hevalên me yên zêdetirî 30 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne her roj xerabtir dibe. Daxwazên me yên ji bo çareserkirina şert û mercan, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve her carê têne redkirin. Her ku diçe hejmara kesên tev li greva birçîbûnê dibin zêdetir dibe. Ji ber vê em li dijî binpêkirina mafan û şert û mercên tecrîda girankirî greva xwe ya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin."