Baroya Rihayê ji bo girtiyê nexweş Ozkan bê berdan serlêdan kir 2022-12-15 12:14:35   RIHA - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi daxwaza ku cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî bê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Omer Şahîn û Sekreterê Navendê Ahmet Taş serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û xwestin cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî bê taloqkirin û berdan.    Serlêdan bi sernavê “Em dixwazin miwekîlê me yê girtiyê nexweş û cezayê wî bê taloqkirin” hat kirin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê cezayê muebedê li Ozkan birîbû û 26 sal in girtî ye û her ku diçe rewşa wî ji hêla tenduristiyê ve xedartir dibe. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku gelek nexweşiyên Ozkan hene û wî 5 caran krîza dil derbas kiriye û bi mama tê xwedîkirin.    JI SEDÎ 87 ASTENGDAR E    Di serlêdanê de bal kişandin ser rapora nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê ku ji sedî 87 astengdar e û hat xwestin rewşa nexweşî û astengiyên Ozkan li ber çavan bên girtin û tavilê cezayê wî bê taloqkirin û berdan. Di serlêdanê de hat gotin divê hemû mafên tedawî û berdanê bo Ozkan bên nasîn. Di raporê de hat xwestin ku ji bo Ozkan divê raporek nû bê amadekirin.