Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran 2022-12-15 12:44:58   EDENE - Dadger di doza îşkenceya li girtî Şehmuz Emen hatibû kirin cezayek mîna xelatkirinê da gardiyanan.    Li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa E’yê de di 22’ê sibata 2022’yan de gardiyanan îşkence li girtiyê edlî Şehmuz Emen kiribû û wî kiribûn hucreya yek kesî û ava cemidî lê kiribûn. Danişîna doza derbarê 2 gardiyanên îşkencekar de hatibû vekirin hat lidarxistin. Doza derbarê gardiyanên îşkencekar Caner Guney û Halît Arikan de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edeneyê hat lidarxistin. Emen tev li danişînê nebû û parêzerê wî amade bû. Gardiyanên bersûc jî bi hêceta li derveyî bajêr in tev li danişînê nebûn û parêzerên wan beşdar bûn.    Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzerên gardiyanan îdia kirin ku miwekîlên wna bêsûc in û bên beraetkirin. Parêzerê Şehmuz Emen jî xwest gardiyan bên cezakirin. Dadgehê li her gardiyanekê ji sûcê “birîndarkirina sivîk” cezayê hefsê birî û lê paşê “erka taktîrê” bikar anî û cezayê her gardiyanekî veguherand 3 hezar lîreyî.