Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir 2022-12-15 16:28:35 AMED - Ji ber ku di bernameya Esra Erol a li ATV’ê tê weşandin de axaftina dayikeke kurd a bi keça xwe re hate qutkirin, Baroya Amedê bi sedema “helwesta nîjadperest” derheqê Erol de gilî kir.  Baroya Amedê bi sedema ku di bernameya televîzyona ATV’ê ya “Esra Erol’da” de cihêkariyê ziman tê kirin û li dijî zimanê kurdî helwesta biçûkxistin, nîjadperest, nefret û cihêkariyê pêş dixe, derheqê peywirdaran de gilî kir. Serlêdana sûc  li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hate kirin û hat gotin ku sûcê “Raste rast gel ji bo dijminatî û kînê hatiye sorkirin an jî biçûkxistinê” hatiye kirin.    Di daxwaznameya Baroyê de hat destnîşankirin ku jina bi navê Besîme ku demekî dirêj bû keça xwe nedîtibû, di bernameya “Esra Erol’da” ya ATV’ê de bi kurdî ji keça xwe re gotiye; “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keçka min" û dema ev axaftina bi kurdî dikir jî dengê wê hatiye qutkirin.    Her wiha hat destnîşankirin ku pêşkeşvana bernameyê Esra Erol jî çûye cem dayikê û bi tirkî jê re gotiye; “Xaltiya Besîme ez dizanim tu ji bo keça xwe xemgînî lê dixwazim ez jî fêm bikim” û ji ber ku dayik bi tirkî baş nedizanî, wergera axaftina xwe kiriye.    ‘SÛC HATIYE KIRIN’   Baroyê, di daxwaznameya xwe de hat destnîşankirin ku mafê her miletekî ye ku di nava jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive, zimanê xwe hînî zarokên xwe bike û kesên di bernameyên televîzyonê de axaftina bi tirkî li keseka bi tirkî nizane ferz dike jî divê werin cezakirin. Baroyê, got ku gotin û kirinên ku zimanên ji bilî tirkî qedexe dike, asteng dike, biçûk dixe û rê li ber nefret û cihêkariyê vedike hatine kirin û ev yek ji hêla hiqûqî ve nayê qebûlkirin.    PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BI BÎR XIST   Di berdewamê de baroyê xala 10’emîn a Makeqaûnê ku dibêje “bêyî ku ferq û cudahî têxin navberê hemû kes li hemberî qanûnan wekhev e”, xala 14’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku nefret û cihêkariyê qedexe dike, xala yekemîn a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku dibêje ‘hemû mirov azad ji dayik dibin û ji hêla maf û rûmetê ve wekhev in”,  xala 27’an a Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî ku dibêje “tu kes nikare mafê bikaranîna mafên çandîi ziman û baweriyê yên kêmneteweyan asteng bike”, xala 20’an a Peymana Navneteweyî ya Mafên Şexsî û Siyasî ya NY’yê ku Tirkiye jî îmze kiriye û nîjadperestî û nefreta olî qedexe dike û Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) bi bîr xist û got ku divê berpirsyar li gorî Xala 216/1. A TCK’ê werin cezakirin.    DAXWAZA CEZAKIRINÊ   Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derheqê gumanbaran de lêpirsîn were destpêkirin û ji bo cezakirinê jî doza cemaweriyê were vekirin.