Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin 2022-12-16 09:29:55   ENQERE - Derhênera belgefîlmê û rojnameger Sîbel Tekîn di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan îro di danê sibehê de bi ser mala derhênera belgefîlmê û rojnameger Sîbel Tekînê de girtin û binçav kirin. Di serdegirtina malê de polîsan dest danî ser 2 komputer, hin xebatên belgefilmê yên li ser harddîskê qeydkirî, kamera û hin pirtûkên Tekînê. Hat zanîn ku piştî lêgerîna malê, polîsan destûr neda ku Tekîn cilên xwe yên derve li xwe bike û bi vî awayî birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.