Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin 2022-12-16 10:47:30   RIHA - Cenazeyê Mahmût Taş ê di sala 2019’an de li Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Hewag a Rihayê hate veşartin.    Endamê HPG’ê Mahmût Taş di sala 2019’an de li herêma Şirnexê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin. Malbata Taş, 2 hefte berê ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li dozgeriyê dabû û ji bo testa DNA’yê xwîn dabû. Piştî ku encamên testa DNA’yê diyar bûn, malbatê duh di saetên êvarê de cenazeyê kurê xwe ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirt û tevî polîsan anî Rihayê. Cenazeyê Taş anîn Gundê Norçîn yê navçeya Hewag a Rihayê ku Taş lê ji dayik bûbû. Dema veşartinê de leşkeran goristana gund dorpêçkirin û nehiştin ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe.    Piştî ku cenaze hate definkirin, leşkeran destûr neda ku malbat şînê jî dane. Li ser vê yekê malbat serdanên sersaxiyê li mala xwe qebûl dike.