Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin 2022-12-16 11:05:25   STENBOL - Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Mûrat Hazînedar di çarçoveya lêpirsîneke nelirêtî û bertîlê ya li dijî şaredariyê de tevî 15 rêveberên şaredariyê hatibû binçavkirin. Hazînedar û 2 rêveberên şaredariyê hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi sedema nelirêtî û bertîlê derheqê Şaredariya Beşîktaş a Stenbolê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 13’ê kanûnê de bi ser malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Mûrat Hazînedar û 15 kesên di rêveberiya şaredariyê de cih digirtin hatin binçavkirin. Binçavkirî sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Dozgeriyê binçavkirî bi tawanbariya “nelirêtî û bertîlê” sewqî dadgeriya nobedar kir. Dadgeriyê ji bo Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Mûrat Hazînedar û rêveberên şaredariyê Huseyîn Avnî Sîpahî û Çetîn Kirişgîl biryara girtinê da û 12 kesên din jî bi şertê tevdîra kontrola edlî berda.