Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin 2022-12-16 11:19:38 STENBOL - Derbarê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a bertek nîşanî doza derbarê bavê Denîz Poyraza hate qetilkirin, Abdulîllah Poyraz de hatiye vekirin de, bi îdiayên “Heqaret” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” doz hate vekirin.    Derbarê bavê Denîz Poyraz a di encama êrişa çekdarî ya Onûr Gencer a li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hate qetilkirin, Abdulîllah Poyraz de ji ber hevpeyvîna dabû Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê doza hatiye vekirin da de lêpirsîn hate destpêkirin.    DOZ HATE VEKIRIN   Dozgerê ku derbarê bav Poyraz de lêpirsîn dabû destpêkirin, piştî parvekirina Keskîn, giliyê wê kiribû. Lêpirsîna piştî vê giliyê hatibû destpêkirin, temam bû û derbarê Keskîn de îdianame hate amadekirin.    ÎDÎANAME HATE QEBÛLKIRIN   Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil a dozê di 23’yê sibatê de were lidarxistin.    HETA 5 SALAN CEZAYÊ HEFSÊ TÊ XWESTIN   Di îdianameyê de derbarê Keskîn de bi îdiayên “Heqaret” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” ji 3 mehan heta 5 salan cezayê hefsê hate xwestin.    DARAZEKE KU JI ÊŞÊ RE RÊZÊ NAGIRE    Keskîn a derbarê wê de doz hate vekirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ji ber parvekirina min a daxuyaniya bavê Denîz Poyraz a ji aliyê kujerê nîjadperest ve hat qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran dozeke din li min hatiye vekirin. Darazeke ku nizane ji êşa bavekî xemgîn re rêzê bigire.”