Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin 2022-12-16 15:05:55   AMED - ÎHD û Baroya Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li navçeya Sûrê pirtûkên destan ên di naveroka wan de behsa mafên mirovan hatine kirin, belav kirin.    Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li navçeya Sûrê ya Amedê pirtûkên destan ên bi zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî ku naveroka wan li ser “Gelo em mafên xwe dizanin?” û “Gelo em dikarin mafên xwe bikar bînin?” li welatî û esnafan belav kirin. Di van pirtûkên destan de têkildarî binpêkirinên mafan agahî hatine dayîn.