Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin 2022-12-16 16:24:07   RIHA - Li navçeya Herranê mînîbûsa ku penabar tê de bû kete qenala avê û di encama qezaya pêk hat de 6 penaberan jiyana xwe ji dest da.    Mînîbûseke ku penaber tê de bûn ji gundê Onculer yê girêdayî navçeya Herrana Rihayê bi rê ket, nêzî mezraya Bîçer kete qenala avê. Tîmên cenderme, tenduristî û AFAD’ê ku hatin cihê bûyerê diyarkirin ku 6 penaberên di mînîbûsê de jiyana xwe ji dest dane.    WALÎ DAXUYANÎ DA   Waliyê Rihayê Salîh Ayhan têkildarî bûyerê ev daxuyanî da: “Mixabin êşeke mezin e. Mînîbûsa ku hate diyarkirin 30 penaber tê de bûn kete qenala avê û mixabin 6 penaberan jiyana xwe ji dest da. 5 jê birîndar 25 kes jî sax hatin girtin. Vê qezayê em gelek xemgîn kirin.”