Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin 2022-12-16 16:45:51   EDENE - Rêxistina HDP’a Edeneyê ji bo mîtînga ku wê di 24’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” li dar bixin, banga tev li bûnê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” di saet 14.00’an de li Qada Ûgûr Mûmcû mîtîngê li dar bixe. Têkildarî mîtînga ku dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk tev li bibin de li avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn.    Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, têkildarî mîtînga ku dê lidarbixin ev bang kir: “Ji bo em li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê edaletê, li dijî xizaniyê belavkirina wekhev, li dijî zordestiyê azadî, li dijî kedxwariyê mafê kedê, li dijî faşîzmê demokrasî û wekheviyê biqîrin hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga xwe ya mezin ku dê were lidarxistin.”